Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Numan Kurtulmuş piştî Civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da ji çapemeniyê re û derbarê Komîsyona Makeqanûnê û operasyona li Sûriyê de pirsan bersivandin.
Nûçegihanê Cumhuriyetê ku daxuyaniyê dişopand pirsa derbarê “2 leşkerên ku tê îdiakirin DAIŞê wan şewitandiye” de ji Kurtulmuşî pirsî. Kurtulmuş bi awayekî tund bersiv dawî pirsê û got: “Bila hin hevalên di medyayê de lingên xwe zêde dirêj nekin.”
Kurtulmuş got ku ew dîmenên hatine parvekirin, hêj nehatine teyîtkirin lê îhtîmaleke mezin ew dîmenan derew in.
Kurtulmuş wiha got: “Ti agahiyek ku hîna ji hêla Hêzên Çekdar ve hatiye piştrastkirin nîne. Heke ku agahiyek bê erêkirin were em ê parve bikin. Rêxistinên wiha rêxistinên terorê yên herî ketûberî ne. Dixwazin tirsê di nava gel de belav bikin" re cara pêşiye ku hikûmetê derbarê bûyerê de nirxandin kir.”
(HK/YO)