Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Qibrisa Bakurî, Mustafa Akinciyî eşkere kir ku heke 8-10 maddeyên çareserkirina Qibrisê bê pêkanîn çêdibe li Havîna 2017ê, li Qibrisê referandûm bikeve di rojevê de.
Serokkomarî eşkere kiriye ku ji sedan zêdetir mijar hene, divê minaqeşe li ser wan bêne kirin. 8-10 ji wan mijaran, mijarên gelek mihom in.
Akinciyî eşkere kir ku herdu aliyên Qibrisê dê li Kongreya Cenevreyê li ser maseyî bin. Her sê welatên Tirkiye, Yewnanîstan û Brîtanya jî dê wek dewletên garantor amade bin.
Serokkomarî eşkere kir ku di 4ê Kanûna Paşiyê de ew ê digel serokê Qibrisa Başûrî, Nikos Anastasiadisî jî bicive.
Herdu alî dê di 9ê Kanûna Paşiyê de bicivin û konferanseka navneteweyî dê di 12ê Kanûna Paşiyê de digel welatên garantor bê kirin. (YY/MB)