Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bi daxwaza Serdozgeriya Dadgeha Amedê, cihgira hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Aysel Tugluk li Enqereyê hat desteserkirin.
Piştî kontrola saxlemiya Tûglûkê tê çaverêkirin ku ew ji bo Dadgeha Amedê bê şandin.
HDP: Bi awayekê bêhiqûqî ew hat desteserkirin
HDPyê daxuyaniyeka nivîskî belav kir.
“Aysel Tûglûka cihgira hevserokên me ye û li partiya me berpirsa Hiqûq û Mafên Mirovan e. Ew vê sibeyê li mala wê ya li Enqereyê bi awayekê nehiqûqî hat desteserkirin. “
Aysel Tûglûk kî ye?
Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Dadnasiyê xwend.
Bû yek ji birêvebirên Weqfa Lêkolînên Hiqûqa Civakî.
Yek ji endamên Komeleya Mafên Mirovan e.
Bû seroka Partiya Civaka Demokratîk(DTP).
Di hilbijartinên 13. ya Tirkiyeyê de bû, parlamentera Amedê.
Di 12 Hezîrana 2011ê de bû parlamentera serbixwe ya Wanê.
Ji 59 parlamenteran, 12 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan di 7ê Çiriya Paşiyê de hat girtin.
Cihgira berdevkên HDPyê Çaglar Demîrel û Besîme Konca di 13ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin. Hejmara parlamenterên girtî yên HDPyê bûn 12.(EKN/MB)