Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan, Pervîn Buldana parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û cihgira serokê parlamentoyê desteser kir.
HDPyê ragihand ku Buldan vê sibeyê li mala wê hatiye desteserkirin.
Pervîn Buldan kî ye?
Sîyasetmedar e. Di sala 1967ê de li Colemêrgê hatiye dinê.
Di sala 1999ê de li ser lîsteya HADEPê bû berbijara parlamenteriyê lê ji ber ku partiya wê ji benda hilbijartinê neborî nebû parlamenter.
Di sala 2005ê de yek ji jinên karsazên Swêdê ew wek berbijara xelata Nobelî nîşan da.
Parlamentera HDPyê ye.
Ji 59 parlamenteran, 12 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan di 7ê Çiriya Paşiyê de hat girtin.
Cihgira berdevkên HDPyê Çaglar Demîrel û Besîme Konca di 13ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin. Hejmara parlamenterên girtî yên HDPyê bûn 12.(EA/MB)