Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerên HDPê Îdrîs Baluken û Gulser Yildirim ji girtîgehê name şandin.
Baluken anî ziman ku ‘konsepta tecrîtkirinê’ li ser wan tê kirin. Yildirim jî di nameya xwe de got: “Çareseriya vê koaosê diyalog û aştî ye.”
Baluken: Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin
Parlementerê Amedê yê HDPê Îdrîs Baluken di nameya xwe ji Girtîgeha Kandirayê şandî de wiha got:
“Weke ku hûn jî dişopînin, di şexsê me de, êrîşa nehiqûqî ya ya li ser gelê me, bi kosepta tecrîdê tê berdewamkirin. Lê li gel vê jî, em dixwazin ku hûn bizanibin, moralê me û tendirustiya me baş e.
Heta ku hêvî û baweriya me radest neyê girtin, xwediyên vê zilmê tenê wê bi wê bimînin ku li pêş dîrokê werin darizandin. Dîrokê gelek caran ew heqîqet dupat kiriye ku gotina dawî berxwedêr dibêjin. Bi vê wesîleyê ez we hemûyan û hemû hevalan slav dikim û di xebatên we de serketinê ji were dixwazim.”
Yildirim: Aştî û diyalog
Parlementera Mêrdînê ya HDPê Gulser Yildirim jî ku li Girtîgeha Kandirayê de tê girtin, wiha dest bi nameya xwe kir: “Ez weke jin û dayîkekê dinivîsim.”
Nameya Yildirim bi vî rengî ye:
"Ez weke jinekê û dayikekê dinivîsînim. Ji ber bûyerên şîdetê yên di dema dawî de zêde bûn, mirovên me yên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Kî dibe bila bibe, herî zêde em bi êşa mirovên dimirin dizanin. Em feryada dayikan a li dû wan, hîs dikin, dijîn. Li cîhanê, ji mirovan hêjatir tiştek nîne.
Ez dixwazim vê yekê ji jinan, ji hemû dayikan re bêjim; bi qasî we, em êşa we hemûyan yek bi yek dizanin, dijîn. Divê neyê ji bîrkirin, rêya rizgariya ji nava vê rewşa şîdetê, diyalog û aştî ye.
Ev rewşa şîdetê ya ku Tirkiye di nav de ye, ne bi siyaseta tolhildanê û mirinê, lê bi avakirina aştiyê dikare çareser bibe. Aştî bi rêya desthilatdaran nayê, bi berxwedana gelên bindest bi taybetî jinan dibe. Ji bo welatekî demokratîk, azadîparêz û aştiyane, ku her kes bi rengê xwe lê bijî, divê em bihev re bi rêbazên aştiyane têbikoşin.
Ez bang li Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên ku îftirayê davêje partiya me û parlamenterê me dikim, ku hinekî bi wijdan tevbigere. Her axaftina me, her gotinên me di arşîva we de ne. Gotinên ku Hevserokên me negotine, weke îftirayê bes bikar bînin.
Ez dibêjim; ji bo em li ser rêya aştiyê bigihêjin hev, divê têkoşîna li dijî desthilatdariya em girtiye, bi biryardarî têbikoşin. Ji dil silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê me dikim."
(BK/YO)