Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 3yê Kanûna Pêşiyê de tabelaya xwe ya berê jê biribû.
Wêne: Fikret Kavgalı / Amed / AA
Li ser tabelaya nû nexşê Pira Deh Derî, Mizyefta Mezin û Minareya Çar Ling hene.
*tabelaya kevin
Li tabelaya kevin navê şaredariyê bi Kurdî û Tirkî li rexa hev hatibû nivîsîn. Vê carê Tirkî li ser Kurdîyê hat nivîsîn û T.C. li navî hatiye zêdekirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 30ê Çiriya pêşiyê de hatibûn girtin û di 1ê Çiriya paşiyê de qeymiqamê Etîmeskûta Enqereyê wek qeyûm ji bo serokatiya şaredariyê hatibû erkdarkirin. (BK/MB)