Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDPyê li ser dema qedexeya derketina derve ya Geverê raporek çêkir. Qedexeyê 78 rojan dom kir. Di wê demê de 90 kes mirine û 6 hezar û 707 mal tehrîb bûne.
Anonsa “terka Geverê bikin”
Di raporê de, axiftinên parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Abdullah Zeydan hene. Zeydan yek ji şahidên pêvajoyê yê wê demê ye.
“Ji wesayitên zirxkirî her dem anons dihatin kirin ku digotin terka Geverê bikin. Anonsan û dengê topan ên guhê mirovan kerr dike welê kir ku xelkê terka navçeyê kir.”
Term parçekirî bûn
Li gor raporê li ser hev bi temamî 96 kes mirine.
Parlamentera HDPyê, Selma Irmaka ku niho di girtîgehê de ye gotiye:
“Gelek malbat ji bo teşhîskirina termên zarokên xwe çûne da ku termên wan bibînin. Wan dîtiye ku rûyê terman şewitine û reş bûne. Serdozgeriyê jî piştrast kir û malbatan jî dîyar kir ku serê du terman ne bi wan ve bûn. Sê term jî ne bi hev ve bûne, malbatan û serdozgeriyê ev yek jî piştrast kir.”
Li du taxan ji 3 hezaran zêdetir mal tehrîb bûn
Li gor raporê Adîle Kozayê( hevşaredara Geverê bû) di girtîgehê de gotiye tehrîbata herî zêde li taxên Cumhurîyet û Gûngorê bûye. Tenê di wan taxan de ji sê hezaran zêde mal tehrîb bûne.
Jineka ku 20 sal in nişteciha taxa Gûngorê ye gotiye:
“Mala me hatiye xerakiri. Her cih hatine şewitandin. Em niho di konan de dijîn. Lêzimên me ew ji Wanê ji bo me şand. destûr nîne ku şaredariya me ji bo welatiyan konan vegire. Gelek kesan bi serê xwe çadira xwe vegirtiye.”
“Li nik me xendek jî nebûn me texmîn nekir dê wê derê jî xera bikin.”
Mafê perwerde û saxlemiyê
Raporê ji rapora Egîtîm-Senê daye zanîn:
“Li ser hev 10 dibistan ew qasê tehrîb bûne ku nikare bê bikaranîn. Lîseya anadolûyê wek bingehê leşkerî hatiye bikaranîn.”
Berpirs
Li gor raporê berpirsên vê tehrîbatê generalên li Geverê kar dikin in ku ji ber hewildana derbekirinê hatine girtin.
Navê generalan ev in: Ahmet Otal, Cihat Erdoğan, Ali Salnur, Halil İbrahim Ergin.
Her dîsa hat eşkerekirin ku qedexe bi daxwaza hikûmetê hatiye kirin û ne bi tenê generalên derbexwaz berpirs in.(ZS/AS/MB)
Hemîya Raporê li vê derê ye.