Serokomar Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn duh derbarê kuştina Balyozê Enqereyê ya Rûsyayê Andrey Karlov de daxuyanî dan.
Pûtîn daxuyanî da
Vladimir Pûtîn piştî êrişa li dijî Andrey Karlov ligel Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov, Direktorê Servîsa Ewlehiya Federal (FSB) Aleksandr Bortnikov û Serokê Îstîxbarata Rûsyayê Sergey Narişkin re civiyan.
Pûtîn di daxuyaniya xwe de got: “Kuştina balyozê Tirkiyê yê Rûsyayê provokasyoneke li dijî pêwendî û hewildanên çareseriya Sûriyê ye ku bi Tirkiyê re têne kirin.”
Erdogan jî daxuyanî da
Erdogan jî daxuyanî da û wiha got:
“Em zanin ku ev provokasyonekî li dijî normalîzebûna têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê bû; lê vîna Komara Tirkiyeyê û rêvebiriya Rûsyayê heye ku nekeve evan defik û provokasyonan.
“Di hevdîtina ku me îşev kir de (Pûtîn), bi taybetî em li ser mijara têkoşîna dijî terorê ya navneteweyî sekinîn û me li hev kir ku wê piştî vê pêvajoyê hevkariya me xurttir be."
“Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re ji bo me, ji bo herêmê zehf girîng in. Ez bangî ewan kesên ji bo xirabkirina têkliyên me hewldidin dikim; hûnê tu carî negihîjin wan bendewariyên xwe. Hûn bayê boşê sekinîne, hûnê bayê boşê bisekinin. Me îşev jî bi biryarî hevkariya xwe nîşan da. Em ê vê bi biryarî bidomînin.
“Ji destpêka bûyerê vir ve ez, Wezîrê me yê Karên Navxweyî, Wezîrê me yê Tenduristiyê û hemî hevalên eleqedar geşedanan ji nêz ve dişopînin. Di vê pêvajoyê de cardin dixwazim ku li ser navê xwe, li ser navê milatê xwe sersaxiyê bidin Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Birêz Pûtîn. Bi taybetî dixwazim cardin sersaxiyê bidim gelê Rûsyayê.”