
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Êrîşkarekî li Enqereyê bi tifeka xwe êrîşî Navenda Giştî ya HDPyê kir.
Kesekê bi navê A.T.G şeva dî di siet 22.30ê hatiye ber deriyê navenda HDPyê û bi tifeka xwe çar fîşek berdane avahiyê.
Polîsên li nêzîkî avahiyê êrîşkar desteser kiriye.
HDP: Desthilat bûye rêxweşkera êrîşkarî
HDPyê piştî êrîşê daxuyaniyek belavkir û da zanîn ku rêxweşkera êrîşê dewlet e.
“Rêxweşkera êrîşên li navendên me, ew desthilat e ku doza “tolhildanê” dike û ji hêzên dewletê re dibêje “bê merhemet bin”
“Em ê li hemberî hewildanên teswîyekirina HDPyê, bi hêzeka xurt bisekinin û ji bo sîyaseta demokratîk israr bikin.
“Em ê ji bo çareserkirina kêşeyan dest ji dîyalog, mûzakere û siyaseta demokratîk bernedin.”(EKN/MB)
*Wêne: Gûven Yilmaz – Enqere / AA
Nivîsên Pirxwendî Yên Îro
-
Rojnamegera di girtîgehê de, Zehra Dogan “Me straneka kurdî got, ji bo me du meh in ku standin û şandina nameyan qedexe ye” 19 Nîsan 2018
-
XÊZA LI SER BERGÊ UYKUSUZÊ Yên îstismar li zarokan kirîn bêceza ne, rojnameger cezayî dixwin 11 Nîsan 2017
-
Parlementerê HDPê Ferhat Encu hat binçavkirin 17 Sibat 2017
-
Muslim: YPGê, ti caran êrişî Tirkiyeyê nekiriye 21 Çiriya Pêşiyê 2016