Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îro li Koşka Çankayayê “civîna terorê” hat lidar xistin. Piştî civînê Serokê AKPê Binali Yildirim, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçeli di daxuyaniya hevpar de peyama “yekîtiyê” dan.
Di daxuyaniya hevpar de ewil Binali Yildirim axivî.
Yildirim: Mijara ‘terorê’ li ser siyaseta navbera me ye de
Serokê Giştî yê AKPê û Yildirim: "Di vê civînê da me ev yek careke din dît ku têkoşîna bi terorê ra li Tirkiyeyê meseleyeke di ser siyasetê da ye, fikrên me partiyên me dibe ku ji hev cihê bin lê di têkoşîna dijî terorê da biryardariya CHP Me nirxandinên berfireh kirin.
Der heqê xebatên tên kirin da û der heqê mijarên Sûriye, Iraq û welatên din da bi birêz serokên giştî ra parve kir.
Me li fikr û ramanên wan guhdar kir. Pêşniyarên wan ji bo me hebûn me ew nivîsîn. Me civîneke gelek bi kêr kir û ya MHPê û ya AKPê dewam dike.”
Kiliçdaroglu: Divê em bi yekgirtî ber xwe bidin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: "Birêz Serokwezîr derbarê bûyerên terorî yên qewimîn da agahî da me, ji bo vê em jê ra spas dikin. Li ser meseleya têkoşîna dijî terorê da me wisa lihevkir ku divê em hemû partî bi hev ra tevbigerin."
Bahçeli: Têkoşîneke bêmerhemet...
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî: "Ev civîn ji bo ku em bersiveke baş bidin gelê xwe hat kirin. Partiyên siyasî ji bo têkoşîna terorê biryareke teqez û têkoşîneke bêmerhemet dixwazin."
(EKN/YO)