Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitkîne
Hejmara kesên ku di encama her du êrişên bombeyî yên roja şemiyê li Stenbol Beşiktaşê hatibû kirin, de canê xwe ji dest dabûn derketiye 44an.
Recep Akdag got “36 polîs, 8 jî sivîl bi temamî 44 ‘şehîdên’ me hene.”
Akdag: “Bêjin ‘ez PKKê lenet dikim’”
Parlamentera Stenbolê ya HDPê Fîlîz Kerestecîoglu behsa êrişên bombeyî ku li Stenbolê pêk hatibû kir û got ku dewlet divê tevdîran zêde bike.
Li ser vê Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag got ku jê 36 polîs, 8 sivîl bi giştî 44 kes mirin û wiha axivî: “Çend gotinên min ji Birêz Kerestecîoglu re heye. Ji kerema xwe di bin vê banê de em dilsoz bin û hevdu nexapînin. Teklîfeke min a hêsan ji we re heye. Musebbîbê van êrîşên xayîn a ku dilê me hemûyan êşand diyar e. Rêxistina terorê PKK ye. Li ser kursiya Meclisê hûn dikarin vê hevokê bibêjin? Ez rêxistina terorê ya nemerd PKKê û yên ku piştgiriyê didin wê şermezar dikim". Vê hevokê dubare bikin. Ji nav we yek bila vê hevokê dubare bike, lê we carekê jî nekir.”
Kerestecîoglu: Ez bi tundî şermezar dikim
"Hûn şermezar dikin an şermezar nakin" ve welêt bi rê ve dibin. Ev bûyer bi rastî jî heke TAKa ku dibêje wî ev bûyer kiriye ve hatibe kirin ez bi nefretê û bi tundî vê şermezar dikim."
TAKê girtibû serxwe
Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) derbarê her du êrişên ku li Stenbolê hatibû kirin de bi daxuyaniyek eşkere kiribû ku êriş ji hêla hêzên wan ve hatine kirin.
Çalakiyên ku heta niha TAKê kirine
Di 17ê Tîrmeha 2005an de li dijî midibûsa tûrîstan û hefteke şûn de jî li Îzmîr Çeşmeyê êrişên bombeyê pêk anîn û di encamê de polêsek û 5 tûrîst hatin kuştin, 34 kes jî birîndar bûn.
23ê Gulana 2007an de li Enqere Ulusê teqîna pêk hat de 7 kes hatin kuştin, 102 kse jî birîndar bûn.
10ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Bakirkoyê teqîn pêk hat û di encamê de 31 kes birîndar bûn.
8ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Kuçukçekmeceyê teqîna pêk hat de 15 polês birîndar bûn.
22ê Hezîrana 2010an de li Stenbol Halkaliyê li dijî servîsa leşkerî bi bombeyan êriş pêk hat.
31ê Cotmeha 2010an li Stenbol Taksimê teqîn çêbû û di encamê de 32 kes birîndar bûn.
26ê Tebaxa 2011an de li Antalya Konyaaltiyê, di 28ê Tebaxê de jî li Antalya Kemerê êrişên bi bombeyan pêk hatibûn û di encamê de 6 kesan bîrîndar bûbûn.
20ê Cotmeha 2011an de li Enqereyê êrişa bî bombeyan de 34 kes birîndar bûbûn.
Teqîna ku di 23ê Kanûna 2015an de li Balafirgeha Sabiha Gokçenê pêk hat jî, TAKê girt ser xwe.
17 Sibata 2016an de li Enqereyê li dijî servîsa leşkeran bi bombeyan êriş hat kirin û di encamê de 28 kesan canên xwe ji dest dan.
Êrişa 13ê Adara 2016an a li Enqere Guvenparkê ku di encamê de 37 kes hatibûn kuştin,
Êrişa 7ê Hezîrana 2016an ya li Stenbol Veznecilerê ku di encamê de 6 jê polîs 11 kes hatib3un kuştin,
Êrişa 28ê Nîsana 2016an ya li Bursayê ku di encamê de çalakvan miribû û 20 kes birîndar bûbûn,
Êrişa 6ê Cotmeha 2016an ku li Stenbol Yenibosnayê ku di encamê de 10 kes birîndar bûbûn,
Êrişa 4ê Mijdara 2016an ku li Amed Rêzanê li dijî avahiya Mudiriyeta Emniyetê pêk hatib3u û di encamê de 2 jê polîs 11 kes hatibûn kuştin girt ser xwe.
(EKN/YO)