Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Desteya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Aysel Tûglûk û Sîbel Yîgîtalp çû serdana Fîgen Yûksekdaga di Girtîgeha Kandirayê de.
Desteyeka ji Partiya Çepgiran a Swêdê ya ku parlamenterên Jonas Sjöstedt û Lotta Johnsson Fornarve tê de bûn xwestin digel desteya HDPyê biçe serdana Yûksekdagê lê rayedaran destûr neda.
Yûksekdag: Armanc xeyalên me ne
Yûksekdagê bi rêya Tûglûkê peyamek şandiye û dîyar kiriye:
“ Ya rastî bi van kiriyarên li me hatîn kirin demokrasî hatiye zindankirin. Azadî û jiyana bi hev re hatiye zindankirin. Lê bila dostên me bizanin ku em ê berxwedana xwe ya rewa li hûndir û derve bidomînin.
“ Mesele ne şexsê me ye. Xeyalên me armanc e. Em ê serê xwe netewînin. Mexseda me jiyana gelan a bi hev re ye.
10 parlamenter girtî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.(NV/MB)
wêne: Tahir turan Eroglû – Kocaelî / AA