Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê bo parlementerên HDPê name şand.
Demirtaş ligel Hevseroka Giştî ya Figen Yuksekdag ve di 4ê Mijdarê de hatibûn girtin.
Demirtaş diyar kir ku her ciqas bi awayekî zorkirinê warê wî hatibe guherandin jî moral û kelecana wî gelek zêde ye û rewşa wî jî baş e û wiha got:
“HDP hêviya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo azadî û aştiyê hêviya me gel e, hêviya gelê me jî em in. Ev hêvî û aqûbeta me wisa nirxeke pîroz e ku ti kes nikare di nav çar dîwaran de hepis bike.
“Li ser me berpirsyariyeke dîrokî heye. Rêhevalên min ji bo vêr wezîfeyê bêteredut amade ne. Ev yek jî moral û sebra min zêde dike û aqûbeta me bênavber didome.
“Bila were zanîn ku ev rewşa rehîngirtinê wê zêde nekişîne. Li hemberî vê zihniyeta ku me li vir bi awayekî bêhiqûq rehîn girtine re bersiva herî mezin mezinkirina HDPê ye.
“Hêvî û baweriya min ji we ye. Hûn jî pê bawer bin ku em ê serkeftiyên mezin bibînin.”
10 parlementer girtî ne
Her dû hevserokên giştî jî tê de 12 parlementerên HDPê di 4ê Mijdarê de di encama serdegertinên li navenda partî û malên wan de hatin binçavkirin û piştre Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, Abdullah Zeydan, Îdrîs Baluken, Leyla Birlik, Selma Irmank, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Nîhat Akdogan hatin girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbet hatin berdan. Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer ji ber li derveyî welat in nehatine binçavkirin lê, derbarê wan de jî biryara girtinê hat dayîn.