Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê AKPê Binali Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li Qesra Çankayayê derbarê makeqanûna nû de civiyan.
Pîştî hevdîtina 1.5an her du serokan daxuyanîya hevpar dan.
Yildirim: Me li ser muzakereyan li hev kir
Yildirim di axavtina xwe de got: “Muzakere gihiştine asteke girîng. Piştî xebatên dawî em ê heftaya bê weke koma AKPê pêşniyaza xwe ya ji bo guherandina makeqanûnê pêşkêşî meclisê bikin.”
“Wê bibe metneke hevpar”
“Metna ku wê pêşkêşê meclisê were kirin, dê MHP jî li ser mutabiq be. Yanê wê di dengdanê de jî helwesta xwe li gorî vê yekê diyar bikin.
“Wê têkiliya serok bi partiya xwe re dewam bike”
Yildirim li ser pirsa rojnamegerek got: “Bi vê guherandinê heger were hilbijartin têkiliya serokomar a bi partiya wî ra wê dewam dike. Guherandina herî girîng ev e. Di destûra heyî da hikmê 'bi partiyê ra têkiliya wî namîne' heye. Di ciyê vê da têkiliya wî bi partiya wî ra wê dewam bike.”
Bahçeli: Wê demeke nêz de metn were pêşkêşkirin
Bahçeli jî di axavtina xwe de wiha got: “Hevdîtina me ya îro baş derbas bû. Înşala demeke kurt de wê metna pêşniyazê pêşkêşê meclisê were kirin.”
(HK/YO)