Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Ayhan Bîlgen piştî civîna Lijneya Giştî ya Birêvebir axivî.
Bîlgen li ser biryara Parlamentoya Ewropayê ya ji bo birîna têkiliyên sîyasî got:
“Biryara Yekîtîya Ewropayê ji bo organa birêvebir pêşniyarek e. Ne rast e ku bedelê xeletiya birêvebiriya welatekê welatiyên wê bide.
“Biryara Yekîtîya Ewropayê ya birîna têkiliyên sîyasî yên digel Tirkiyeyê û domandina têkiliyên ekonomîk, gelek metirsîdar e.
“Em difikirin ku: krîterên sîyasî bi hemî civakê re têkildar e, qeyrana ekonomîk tesîrê li civakê dike divê ne têkilî bêne birîn cesaret ji bo guhertina sîyasî bê dayin.
Sîyasîyên girtî
“Me li cihên pêwîst daxwaz kir. Lê da ku pêvajo dirêj nebe divê mûdaxaleyek bê kirin. Berpirsiyarîya sîyasî ya vê pêvajoyê AKP ye.
“Hin parlamenterên hin partiyan ji bo dîtina hevserokên me diçin girtîgehan ev gelek giring e lê ne bes e divê wek partî ew ji bo hevgiriyê bixebitin.
“Ew partiyên dî çi qas hevgir bin û dengê xwe bilind bikin ew ê ew qasê li demokrasîyê bibin xwedî”
(AS/MB)