Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Parlementoya Ewropayê weke pêşniyaz hatibû xwestin ku muzakereyên navbera Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê (YE) were sekinandin û ji bo wê yekê îro dengdan hat lidarxistin. Muzakereyên bi Tirkiyeyê re ya ji bo tevlibûna YEyê di sala 2005an de destpê kiribû.
Reutersê ragihand ku ew pêşniyaz bi nêzî temamiya dengan hat qebûlkirin. Di encama dengdanê de 37 dengên na, 479 dengên erê hat jimartin. 107 parlementer jî dengên xwe weke bêbiryar bi kar anîn.
Di wê pêşniyazê de dihat destnîşankirin ku ji ber li Tirkiyeyê binpêkirinên û xerakirina azadî, demokrasî û mafên mirovan divê muzakere were sekinandin û ev yek jî di Belgeya Çarçoveya Muzakereyê de ji xwe ji serî de hatiye eşkerekirin.
Call by EP to temporary freeze accession talks with #Turkey adopted by large majority pic.twitter.com/7nLCY18T9j
— Kati Piri (@KatiPiri) 24 Kasım 2016
Ji bo NEyê wê bibe pêşniyareke sereke
Pêşniyaz ji hêla Sosyalîst û Demokratan ku duyemîn koma mezin a Parlementoya Ewropayê ne ve hatibû dayîn.
PE nikare bi tena serê xwe muzakereyan bide sekinandin.
Biryara dawî ji hêla lîderên dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê dayîn. Wê lîderên NYê di 15-16ê Kanûnê de bicivin û biryara xwe eşkere bikin. Ev encama dengdana li PEyê jî bi biryardayîna li YEyê bibe pêşniyareke sereke.
(AS/YO)