Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Edirneyê destûr neda heyeta Partiya Sosyalîstan a Ewropayê(PES) hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî bibîne.
Heyetê li meydaneka 200 metreyan ji girtîgeha Edirneyê ya Cûreyê Fyê dûr ku parlamenterên HDPyê tê de ne daxuyanî da.
Serokê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê(PES) Sergey Stanishevî dîyar kir ku ew di fikarê de ne.
Digel Serokê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê(PES) Sergey Stanishevî, parlamenterê Awistûryayê Hannes Weninger, parlamenterê Almanyayê Ame Lietz, parlamenterên Îtalyayê Giacomo Filibeck, Lorenza Tieri, Pia Locatelli, Marietta Tidei, Brando Benfei, parlamenterên Swîsrayê, Marie Granlund, Jens Orbach, Johan Buser û parlamentera Fransayê Marie Rose Koro hatibûn.
Cihgira hevserokên HDPyê Aysel Tuglûk, parlamenterê Çewlikê Hişyar Aksoy û parlamenterê Stenbolê Garo Paylan beşdarî heyeta hatî bûn.
Destûr nîne
Li gor nûçeyeka ANFyê Walîtîya Edirneyê destûr nedaye ku heyet Selahattîn Demîrtaşî bibîne.
Stanishev: Girtina [parlamenteran] nayê qebûlkirin
“Ji par ve, sê car in ku em têne Tirkiyeyê. Her cara em tên em dixwazin hevkariyên me zêde bibin lê her car em ji ber wê yekê têne ku li Tirkiyeyê mafên demokratîk ber bi paş ve diçin.
“Du rojan ji beriya Demîrtaş bê girtin me li Diyarbekirê(Amedê) hev dîtibû. Carên dî ku em hatin gelek şaredar hatibûn girtin. Paşê parlamenter û hevserokên HDPyê hatin girtin. “
Parlamenterên Ewropayê dan zanîn ku ew ji bo hevgiriyê hatine.
Hişyar Ozsoyê parlamenter dîyar kir ku gelek heyet têne lê Wezareta Dadê ji biryarên xwe yên hişk nayê xwarê. (BK/MB)
*Me ji bo vê nûçeyê sûd ji ANF û DHAyê stand.
**Wêne: HDP/Twitter