Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Yekîtîya Ewropayê li Brûksela Belçîkayê kom bû û minaqeşe li ser mûzakere-kirina digel Tirkiyeyê kiriye.
Piştî civînê nûnera pilebilind a Têkiliyên Derve û Ewlehiya Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogheriniyê da zanîn ku YEyê biryar da mûzakere-kirina digel Tirkiyeyê bidomîne û tekane xeta sor dê îdam be.
Piraniya wezîrên karên derve li ser wê yekê li hev kirin ku divê mûzakereyên digel Tirkiyeyê bidomin.
Li gor Ajansa Anadolûyê bi tenê wezîrê karên derve yê Ewistiralyayê, Sebastian Kurzî dijayetiya mûzakereyên digel Tirkiyeyê kiriye.
Kurzî gotiye li ser parastina mafên mirovan Tirkiye gelekê ji yekîtîya Ewropayê bi dûr ketiye. (AS/MB)
*Wêne: Dursun Aydemîr – Brûksel / AA