Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Erdogan îro di merasîma 10ê Mijdarê salvegera mirina mirina Ataturk de axivî û got: “Em nikarin di 780 kîlomêtroqereyê de bi cih bibin. Tirkiye ji Tirkiyeyê mezintir e... Em destûr nadin u dîroka Tirkiyeyê bi 90 salan ve were sînorkirin.”
Axavtina Erdogan bi vî rengî ye:
“Ti ferqa Şerê Rizgarî û têkoşîna li dijî hewldana derbekirinê de nîn e”
“Navbera Şerê Çanakkaleyê, Şerê Rizgariyê û têkoşîna li dijî hewldana derbekirinê de ti ferq nîn e.
“Di van hemû şeran de miletê me bi 7 duvelan re şer kirine. Ev şerên îstîklalê ne. Di çanda me de feraseta mêtingeriyê nîn e.”
“Em nikarin di 780 kîlomêtroqereyê de bi cih bibin”
“Îro herin Tirkiyeyê ji Îraqê, Sûriyê, Afrîkayê û Balkanan bipirsin. Ew jî tînin ziman ku tirk mêtînger, zilmkar nîn e. Ew dibejin “Tirkên biwefa hatiye.”
“Ez dibêjim ya dinya ji 5an mezintir e. Tirkiye jî ji Tirkiyeyê mezintir e. Em vê yekê bi vî awayî bizanibin. Em nikarin di 780 kîlomêtroqereyê de bi cih bibin.”
Gotina “Tirkiyeya Nû” cara yekem “Gazi”yî aniye ziman
“Dixwazim bi bîr bînim û bibêjim ku gotina “Tirkiyeya Nû” cara ewil Gazi (Ataturk) di Nutukê de behs dike.
“Kesên ku Serfermandarê Şerê Rizgariyê ji xwe ra dikin mertal û bi vê têgehê êrîşî me dikin, di rastiyê da li rihê komarê ra biyanî ne.
(EKN/YO)