Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementerê Colemêrgê yê HDPê Nîhat Akdogan ku piştî binçavkirinê hatibû girtin û wî şandibûn Girtîgeha Silivriyê, derbarê îdiayên Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş de daxuyanî da.
Akdogan got: “Ez li sînor na, li navenda Colemêrgê hatim binçavkirin.”
Nîhat Akdogan di 7ê Mijdarê de hate girtin û di 8ê Mijdarê de wî şandin Girtîgeha Silivriyê ya Stenbolê. Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbolê Dogan Erbaş li girtîgehê bi Akdogan re hevdîtin pêk anî.
“Ez li sînor na, li navenda Colemêrgê hatim binçavkirin.”
Akdogan di daxuyaniya xwe ya ku şandiye ji çapemeniyê re de wiha got:
“Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ku derbarê min de gotiye “Dema hewl dida kuı bireve li sînorê Colemêrgê hat binçavkirin”. Ew gotinên wî serî heta binî derew in û bi vî awayî dixwaze ku derbarê min de zanebûneke çewt biafirîne.
“Li noqteya polêsan a ketina bajêr de, ez ligel şêwirmendê xwe û hin hevalên me yên ji paritiyê dema diçûn Colemêrgê, piştî kontrolkirinê hatim binçavkirin.
“Li cihê ku ez hatime binçavkirin kamerayên polêsan jî hene û eger li qeydên wan binêrin wê vê rastiyê bibînin. Herwiha li derdor jî bi dehan kes binçavkirina min ditîn. Ew sînorê ku Kurtuılmuş dibêje ‘ez lê hatime’ girtin 80 km dûrî navenda Colemêrgê ye.
“Li Colemêrgê him ji rêveberiya herêmî him jî ji parlementeran ti kesên bijartî neman û gişkî hatine girtin. Ez ne keseke girtî an mehkûm im. Ez hatime dîl girtin. Ez bawer dikim ku em ê li hemberî van rojên reş bi ser bikevin.”
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak hatin girtin.
Dema parlementerên HDPê dibirin dadgehê, Seroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel jî li ber dadgehê ji hêla polêsan ve hat derbkirin û piştre hat binçavkirin. Derbarê Sebahat Tuncel de jî di 4ê Mijdarê de biryara girtinê hat dayîn û wê şandin girtîgehê.
Akdogan kî ye?
Nîhat Akdogan di sala 1980an de li Colemêrgê hatiye dinê. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa Rêvebiriya Civakî xwend. Di Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de xebatên siyasî kir. Demeke bû Endamê Meclisa HDPê. Bi awayekî baş Kurdî dizane.