Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Erdogan derbarê hilbijartinên Amerîkayê û biserketina Donald Trump de nirxandinên xwe anîn ziman.
Erdogan di axavtina xwe de wiha got:
“Hûn jî dizanin ku li Amerîkayê hilbijartin hat kirin û piştî 2 serdeman demokratan îqtidar dewrî komarparêzan kir. Gelê Amerîkayê wisa xwest û bi vê xwestinê li Amerîkayê heyameke teze dest pê dike.
“Hêviya min ew e ku ev tercîha gelê Amerîkayê ji bo maf û azadiyan, demokrasiyê û bûyerên ku li herêma me diqewimin bibin wesîleya gavên bi xêr.
“Ez li ser navê xwe û miletê xwe hêvî dikim ku tercîha gelê Amerîkayê bibe sedema siberojeke serkeftî.”
(EKN/YO)