Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementerê Mêrdînê yê HDPê Mithat Sancar got ku wan karên xwe yên li meclisê dane sekinandin lê, derfetên demokratîk bi meclisê bides xistine wê bi kar bînin.
Mithat Sancar derbarê xistina ji parlementeriyê û hilbijartinên pêşwext de got: “Eger AKP hesabeke wiha bike, dibe ku li pey lîstîkên ji bo xistina wekiltiya hevalên me be. Ew xwediyê hemû hêzên desthilatdariyê ne.”
HDPê piştî ku hevserokên giştî jî tê de 9 parlementerên wan hatin girtin daxuyand ku wan karên xwe yên li meclisê dane sekinandin.
“Em ê komcivîna partiya xwe û civînên çapemeniyê bikin”
Sancar sedema biryara ku HDPê hildaye de ji bianet’ê re axivî û nirxandinên xwe anîn ziman.
“Em bi temamî ji meclisê venakişin. Em ê heta dawî her war û derfetên siyaseta demokratîk bi kar bînin. Em ê tevlî xebatên lijneya giştî ya parlementoyê nebin û di nav xebatên komîsyonê de jî cih nagirin. Her wiha hevalên me dê êdî pirsname, daxwaznameya lêkolînkirinê jî nedin meclisê.”
“Em ê komcivînên roja sêşemê bikin. Em ê wan civînan weke platforma gel, cihê îstîşare û hevgiriyê bi kar bînin. Hevalên me li meclisê wê civînên çapemeniyê jî pêk bînin. Her wiha em ê welatî û heyetan jî pêşwazî bikin.
“Eger AKP hesabeke wiha bike, dibe ku wekîltiya hevalên me were xistin”
Sancar derbarê xistina ji parlementeriyê û hilbijartinên pêşwext de wiha got:
“Xema me nîn e. Ew biryar girêdayê koma AKPê ye. ji xwe meclisê jî AKP bi rê ve dibe. Ji me re dibêjin ‘ka hûn çima reviyan’ û me bi vê sûdar dikin. AKPê bi taybetî piştî 15ê Tîrmehê meclisê kire weke avahiya noterê.”
“Me heta îro li dijî bêkêrkirina meclisê ber xwe da. Îro AKPê rabûye parlementerên ji partiya ku %11 deng hildeye, daye girtin. Em ê vê yekê nebînin û rabin biçin tevli komîsyon û lijneya AKPê bibin? Bila kes li qisûrê nenêre. Yê ku li dijî meclisê derbeyê kiriye, AKP ye. Armanca me tinekirin-nenaskirina meclisê nîn e. Em hewl didin ku meclisê aktîf bikin.”
“Ti wekîleke HDPê ji bo rant û berjewendiyên xwe na, bo têkoşîna aştî û demokrasiyê bûne wekîl. Berpirsyariya gel ser milên wan e. Ji bo vê yekê xistina wekîltiya hevalên me û hilbijartina pêşwext meseleya me nîn e. Eger AKP hesabeke wiha bike, dibe ku li pey lîstîkên ji bo xistina wekiltiya hevalên me be. Ew xwediyê hemû hêzên desthilatdariyê ne.”
(NV/YO)