Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kûrtûlmûşî piştî civîna Dîwana Wezîran daxuyanîyek da û da zanîn ku parlamenterê Colemêrgê Nîhat akdogan hatiye desteserkirin.
Biryara desteserkirina Akdoganî hatibû dayin û hat dîyarkirin ku du parlamenterên HDPyê ‘’firarî’’ ne.
Di 4ê Çiriya Paşiyê de, herdu hevserokên HDPyê, Fîgen Yûksekdag û Selahattîn Demîrtaş, berdevkê koma HDPyê Idrîs Balûken, parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encû, parlamenterên Colemêrgê Abdullah Zeydani û Selma Irmak hatibûn girtin.
Sê parlamenterên di operasyonê de hatibûn desteserkirin, parlamenterên Amedê Zîya Pîr û Îmam Taşçier û parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder hatibûn desteserkirin û paşê hatibûn serbest berdan. (HK/MB)