Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji Tirkiyeyê û derveyê welatî gelek kesan desteserkirina 12 parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) helwesta xwe nîşan daye.
Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku li ser Tirkiyeyê raporan dinivîse, Katî Pîrîyê piştî desteserkirina 12 parlamenteran li ser Twîttera xwe nivîsî ku ‘’Ji Tirkiyeyê gelek agahiyên xerab têne. Parlamenterên HDPyê têne desteserkirin.’’
Mogherini: Ez gelek di fikarê de me
Berdevka Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogheriniyê li ser Twîttera xwe nivîsîye:
‘’Ez ji ber desteserkirina serokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên dî gelek di fikarê de me. ‘’
(YY/MB)