Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Parlementerên HDPê xwestin ku derbarê binçavkirina hevserok û parlementerê partiya wan de li avahiya navendê daxuyanî bidin ji çapemeniyê re lê polîsan bi biryara Walîtiya Enqereyê dest danîn ser avahiyê û nahêlin kes têkeve avahiyê.
Kolana ku avahî lê ye jî hatiye dorpêçkirin û polîs destûr nade rojnamegeran jî ku biçin lê. Ji bo vê yekê daxuyanî li derveyî avahiya navendê ji di periscopê de hat dayîn.
“Piştî 7ê Hezîranê pêvajoya derbekirinê destpê kir”
Basın emekçileri engellendiği için sadece Periscope yapılabilen genel merkezimizin önündeki açıklama #HDPOnurumuzdur https://t.co/a7qjn52QwV
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 4 Kasım 2016
Daxuyaniya Ayhan Bilgen bi vî rengî ye:
“Belê ji ber ku em demokrasiya pêşketî ya Tirkiyeyê de nikarin li navenda xwe ya giştî de daxuyaniyê bidin, ji ber ku xebatkarên çapemeniyê nagirin hundir, em jî li ber avahiya xwe bi riya çapemeniya xwe ya giştî hewl bidin dengê xwe bigihînin.
“Me heta niha got ku Tirkiye piştî 7ê Hezîranê kete pêvajoya darbeyê. Di 15ê Tîrmehê de dest pê nekir. Biryarên ku beriya 15ê tîrmehê ji meclîsê hatin derxistin, di serî de darizandina parlamenteran parceyekî vî pêvajoyê bû.
“Pêkanînên ku piştî 15ê Tîrmehê qewimî jî nîşan dide ku zihniyeta ku 15ê Tîrmehê wekî lutfa xwedê dît, vê yekê hedef kiriye.”
“Hevalên me hewce nakin ku birevin”
“Hevalên me yên ku hatine binçavkirin hewce nakin ku birevin. Em dixwazin li vî welatî şert û pêkanînên darbeyê ji aliyê hemû kesan ve bê dîtin, ji aliyê hemû cihanê ve bê zanîn, ji ber vê em neçûn îfadeyê.
“Çapemeniya alîgir propaganyada xwe ya reş didomîne. Ev welat wê şertên darbeyê derbas bike. Berê jî darbe hatin kirin. Paşerojê astengiyên li hemberî siyasetê û mudaxale hatin kirin.
“Ew roj çawa derbas bûn wê ev roj jî derbas bibin. Lê wê wekî lekeyeke reş derbasî dîroka siyaseta Tirkiyeyê bibe.”
“Eger derdorên demokratîk dengê xwe bilind bikin dê pêvajo biguhere”
“Em nêzîkatiya li hemberî hevalên xwe yên ku ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin û hemû rêveberên xwe wekî helwesta tasfiyekirinê dibînin. Em wekî lînca siyasî, dorpêçkirin, pêkûtî û dengê piyên rejîma faşîst dibînin.
“Em ê serî netewînin. Hemû kesên ku deng dane me, girîngiyê didin helwesta me, em dixwazin vî pêkûtiya faşîst pûç bikin. Ji ber vê yekê em banga piştevaniyê li hemû kesan dikin.
Serdanên ji bo navenda me tên astegnkirin, nahêlin çapemenî jî bê lê li gel hemû astengiyan em ê dengê xwe bigihînin.
“Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo ev hewlesta faşîzan ji holê bê rakirin bi biryarî dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin.”
(BK/YO)