Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî daxuyand ku piştî operasyona Mûsilê wê hewldanên ji bo serxwebûnê destpê bike.
Nêçîrvan Barzanî got: “Me wisa xeyal dikir ku wê 2003an bibe pêngava Îraqa demokratîk. Lêbelê ev yek çênebû.”
“Wê operasyon 3 mehan bidome”
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ragihand ku li gorî peşbîniyan herî dereng Mûsil hetanî 3 mehan dê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê were rizgarkirin, Hêzên Pêşmerge û leşkerên Iraqê bi lez bi pêş dikevin, lê em nizanin DAIŞ wê berevaniyeke çawa bike. Piştî rizgarkirinê emê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên sexwebûnê bikin.
Li gorî malpera DW Tirkî, Barzanî di berdewamiya axaftina xwe ya rojnameya Bildê de got: "Bi sedan xwekujên rêxistina terorîst ên DAIŞê em hene, herhalde febrîqeyên wan ê teqemeniyê hene. Ev xwekuj di operasyonê beşa herî bi talûke ye. Lê ku bi vî awayî jî bimeşe herî dereng wê hetanî 3 mehan Mûsil rizgar bibe."
“Neheqiyê li Herêma Kurdistanê dikin”
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî operasyona Mûsilê hewldanên serxwebûnê dê werin destpê kirin. Piştî rizgarkirinê emê bi mûxatabên xwe yên li Bexdayê re rûnin masê û dest bi hevdîtinên serxwebûnê bikin. Ev demeke dirêj e em li benda vê ne. Piştî 2003an me digot belkî bibe destpêkeke demokratîk ji bo Iraqê, lê mixabin ev biser neket û têk çû."
(YY/YO)