Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag îro li meclisê di komcivîna partiya xwe de axivî û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kirin.
Erdhêja Wanê
Yuksekdag kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got, hilweşîna li bajarên kurdan bi destê dewletê hatî kirin, deh caran ji hilweşandina erdheja Wanê zêdetir e û got: “Hukimeta AKPê ji erdhehê bêhtir hilweşîner e.
“Di erdheja Wanê de sedî 25 xaniyan mirov nikare rûne lê Şirnexê ji xaniyan ji sedî 85ê wan mirov nikare lê rûne. Her wiha Gever jî hatiye kavilkirin. Gelek bajarên Kurd xistine rewşeke wiha ku mirov nikare lê bijî.’’
Şirnex, 250 malbat
Yuksekdah nerazîbûn nîşanî rakirina konên li Şirnexê da û got: “Nêzîkatiye wiha bi wan re heye ku dibêjin, heke hûn li dijî min li ber xwe bidin, ez ê malên we bi ser we de bînim xwarê. Desthilatdariyeke siyasî tenê ji ber neçariya xwe dikare xwedî nêzîkatiyeke wiha ya kîndar be. Îro desthilatdariya siyasî bûye navendeke wiha ku di navbera neçarî û kînê de diçe û tê. Ev ne navendeke wiha ye ku bikarin desthilatdariya xwe ava bikin û domdar bikin.’’
Girtin-binçavkirin
Yuksekdag derbarê girtin û binçavkirinên endamên partiya xwe de wiha got: “Vê salê ji 5 hezarî zêdetir HDPî û DBPî hatin binçavkirin. Ji van ji 1000î zêdetir hatin girtin, hê jî girtî ne. Endamên Desteya Rêveberiya Navendî bi awayekî derhiqûqî hatin girtin.(... )Wê nikaribin vîna me bişikînin lê vîna wan ji mêj ve şikiyaye.’’
Sîstema Seroktiyê
Yuksekdag derbarê nîqaşên pergala seroktiyê jî got: “Niha pêdiviya Tirkiyê bi îstîkarar, aştî, vîneke damezirîner a demokratîk heye lê, ew ji bo ku otorîteya xwe sazkar bikin bi vir de wê de diçin. Pêdiviya civaka Tirkiyê ne bi seroktiyê heye. Daxwaza civakên Tirkiyê ne seroktî ye.’’
(YY/YO)