Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew ji ber êrîşên balafirên Artêşa Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê pêk tînin, nîgeran in.
Li gorî nûçeya Sputnikê Lavrov di civîneke çapemeniyê li Moskovayê de axivî û li ser pirsyarekê derbarê êrîşên balafirên Artêşa Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê de wiha bersiva da:
“Sûriye dewleteke serwer e, endameke NYyê ye û serweriyeke bêkêmasî ya wê li ser axa wê û qada wê ya hewayî heye.
“Em werin ser êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê, em ji rewşê gelekî nîgeran in. Bi qasî min fêm kiriye, ev êrîş li deverên kurd lê dijîn pêk tên."
(EKN/YO)