Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Erdogan li Beştepeyê di 28. Civîna bi Mixtaran (keya) re de axivî û derbarê mijarên Misaka Milî, Peymana Lozanê û Operasyona Mûsilê de nirxandinan kirin.
Serokomarê Yewnanîstanê Prokopis Pavlopulos bertek nîşandabû gotinên Erdogan yên derbarê Peymana Lozanê û Misaka Milî de.
“Hûn çima ji Misaka Milî aciz in?”
Axavtina Erdogan bi vî rengî ye:
“Ji ber ciwanên me yên ku derbarê Lozanê de lêkolîn dikin aciz in. Hûn çima ji vê yekê aciz in. Berdin bila lêbikolin... Yê ku Misaka Milî aniye ziman M. Kemal bi xwe ye.”
“Em nikarin bi helwesta 1923an tev bi gerin”
“Dibe ku hin kes li gor şert û mercên demê hincetan nîşan bide. Ev helwest heta derekê tê qebûlkirin.
“Ya xirab ew e ku meriv vê rewşa ku ji ber zehmetiyan çêbûye wek esas qebûl bike û hepiskirî bimîne. Em vê helwestê red dikin.
“Armanca kesên ku Tirkiyeyê ji sala 1923yan vir va hepis kirine, dixwazin li ser erdnîgariyê hebûna me ya hezar salî û paşeroja me ya Selçûqî û Osmaniyan bi me bidin jibîrkirin.
Operasyona Mûsilê
“Kesên ku naxwazin li Sûriyeyê lîstika wan xera bibe dixwazin asteng bikin ku Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Dixwazin Tirkiye li ciyê xwe rûnê, temaşe bike û peyra jî çi berdêl dikeve para wê bide.
Erdogan dawiya axavtina xwe de wiha got:
“Niha hin kes aqil didin me. Dibejin belê we Dabikê bi dest xist lê ji wê zêdetir pêş ve neçin. Cihê ku li hemberî me tehdît e ne tenê Dabik e. Em ê piştî wê yekê Minbicê jî dorpêç bikin. %95ê gelê wir ereb in. Lêbelê kî dixwaze wir dagir bike: PYD/YPG.”
(BK/YO)