Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Beştepeyê di merasima destpêkirina sala akademiyê de axivî.
Erdogan derbarê rewşa Sûriye û Iraqê da wiha axivî: "Dema niha tiştên li Sûriye û Iraqê diqewimin dewam dikin, divê nifşên nû gelek tiştan pir baş bizanibin. Gelo Mîsaqa Milî çi ye? Divê em vê baş bizanibin. Heke em Mîsaqa Milî baş hîn bibin, emê berpirsyariya me ya li Sûriyeyê û ya li Iraqê jî fêm bikin."
“Çavê me li erdê kesî nîn e”
"Çavê me ne di erdê Sûriyeyê da ne jî di erdê Iraqê da heye. 780 hezar kîlomêtreqere erd têra me dike. Bi tenê bira tu kes çav berî erdê welatê me nede, ev bes e."
“350 km sînorê me pê re heye”
"Sedemeke wê heye ku em îro dibêjin, 'Li ser Mûsilê berpirsiyariyeke me heye, ji ber hindê emê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin'. Em hema jixweber vî tiştî bona gotegotan nabêjin. Tu yê ji mesafeyeke bi sedan kilomêtro dûr derkevî û werî, ev bona te heq e, çi ye, Bexdayê gazî kiriyê. Baş e lê 350 kilomêtro sînorê min bi vir ra heye, her kêlî gefxwarin heye. Li vir berpirsiyariyeke min e dîrokî heye, ji ber hindê emê li vir bin. Emê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin."
“Em naxwazin bibin aliyeke şerê mezhebî”
Erdogan diyar kir ku li Iraqê şerê mezhebî heye û wiha got: "Niha li Iraqê şerê mezhebî heye, em tu carî naxwazin di vî şerî de bibin alî; lê em naxwazin birayên xwe yên erebên sunî, birayên xwe yên Tirkmen jî li wê derê ji hinekan re bikin qurbanî."
(HK/YO)