Polîsan li Dêrsim û Amedê bi ser malan de girtine
Polîsan li Dêrsim û Amedê bi ser malan de girtine, li Amedê 55 kes desteser kirine lê li Dêrsimê ti kes desteser nekirine.
![Polîsan li Dêrsim û Amedê bi ser malan de girtine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/179/514/original/mr.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan li Dêrsim û Amedê bi ser malan de girtine, li Amedê 55 kes desteser kirine lê li Dêrsimê ti kes desteser nekirine.
Di nav wan kesên hatîn desteserkirin de, birêvebirên HDP(Partiya Gelan a Demokratîk) û DBP(Partiya Herêman a Demokratîk) jî hene.
Li gor nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) û Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) polîsan bi herdu bajaran bi ser gelek malan de girtine, hevseroka, Berpirsiyarîya Amedê ya DBPyê Hafîze Îpek, herdu hevserokên, Berpirsiyarîya Amedê ya HDPyê Cabbar Leygara û Gûlşen Ozer û gelek birêvebirên dî yên DBP û HDPyê hatine desteserkirin. (OÛ/EKN/MB)