Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê pêşniyara MGKê ku digotin divê dema OHALê were dirêjkirin de got: “Hukimeta me wê nirxandinên xwe bike û pêngavên pêwist dê were avêtin. Heta 3 mehan dirêjkirina OHALê ji bo Tirkiyeyê baştir e.”
Erdogan li Beştepeyê cara 27. bi keyayan re civiya û derbarê OHALê de Fransayê weke mînak nîşan da û got:
“Li Fransayê destpêkê de 3 meh, piştre 3 mehên din û di dawiyê de jî 6 mehan yanê bi temamî heta salekê OHAL hat îlankirin. Ji dinyayê gelo kesek ji Fransayê re got ‘Ka we çima heta salekê OHAL îlan kir?’”
Hinek hevalên me yên wezîr dibêjin “em dawî bikin”. Ez jî dibêjim ku ka bisekinin, sebir bikin, belkî heta 12 mehan jî OHAL têrê nekir.”
15ê Tîrmehê
"Duhê di civîna me ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî da ji hikûmeta me ra hat pêşniyazkirin ku 15ê Tîrmehê êdî wekî 'Roja Bibîranîna Demokrasî û Azadiyan' bê pejirandin û ji niha pê da roja 15ê Tîrmehê dê bona bibîranîna şehîd û xaziyên me tetîl be."
Moody's
"(Derbarê biryara Moody'sê ya ji bo Tirkiyeyê) Heta ku hûn dikarin daxin lê heqê Tirkiyeyê ev nîne. Bi îzna Xwedê li Tirkiyeyê veberhênan dewam dikin, pêşketin dewam dike, pêşveçûn û xurtbûn dewam dike. Hûn ji rastiyên Tirkiyeyê dûr in.
“Çend qûriş pere bike bêrika vana kîjan notî dixwazî hilde. Evana wiha dixebitin. Em ji xwe zanin ku ew talîmatan ji kê derê distînin. Emê hergav rastiyan xeber bidin."
(YY/YO)