Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê PYDyê(Partiya Yekîtîya Demokratîk), Salih Mûslîmî dîyar kir ku wan ti îdiayên avakirina dewleteka kurdan li Sûriyeyê nînin.
Salih Mûslîm ji dengê Amerîkayê re axivîye û gotiye:
‘’Me ti caran qet û parçebûn nexwestiye. Bi hemî tiştên ji me tên em hewil didin [ji bo parçebûnê] bibin asteng. Em Sûriyeya yekgirtî dixwazin.
Ji bo bersiva pirsa ‘’Bi zelalî hûn çi dixwazin? Dewleteka serbixwe, xweserî?’’
Mûslimî gotiye:
‘’Me bi dirêjî ragihandiye. Em ji dilê xwe dixwazin Sûriyeyeka demokratîk hebe ku kurd bigihin mafên xwe yên demokratîk. ‘’
Yekîtîya Kantonan
Li ser pirsa ‘’gelo piştî Cerablûsê hewildana ji bo kanton bigihin hev qediyaye’’ Mûslimî gotiye.
‘’ Dema Sûriye azad bû ji xwe ew ê bigihin hev. Li hin deran ereb, turkmen an kurd hebin ew ê li hev bikin. Welê tê dîtin ku ew valeyî bê girtin dewletek dê bê avakirin. Tişteka welê nîne. Ti kes tiştekê bi vî rengî nafikire.
‘’Lê beşeka Sûriyeyê li wê derê hatiye dagirkirin. Divê ew bê azadkirin. Heke ji sedî 50yê xelkê li wê derê kurd bin tiştekê em bikin nîne, dema îstiqrara Sûriyeyê çêbû ji xwe ew ê bigihin hev. ‘’
‘’Hevpeymanek nîne’’
‘’Em bi rayedarên Amerîkayê re carinan bi fermî û carinan ne fermî hev dibînin. Carinan Ingilîz û Ewropayî jî tên. Me ti hevpeyman bi ti kesan re îmze nekirine.
‘’Sibeyê heke Sûriyeyeka demokratîk çêbibe, her kes dê cihê xwe tê de bibîne. Elewî, Şi’î û Kurdên misilman û ci pêkhateyên li Sûriyeyê yên heyîn dê bigihin mafên xwe. ‘’(YY/MB)