Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kesekî ku di destê wî de kêr hebû xwest ku biçe balyozxaneya Îsraîlê û êrişê wir bike. Hêzên ewlehiyê gule berdane piyê wî kesê. Li gorî nûçeya AAyê destê wî kesî de kêr hebûye.
DHAyê jî di nûçeya xwe de ragihand ku wî êrişkarî di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Min ji bo rawestandina xwîna ku li Rojhilata Navî dirije vî yekê kir.”
Ew êrişkar hat birîndarkirin û ekîbên bombeîmhayê dest danîn ser çenteyê wî kesê û niha lêkolîn dikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê Emmanuel Nahshon ji Ajansa Associated Pressê re axivî û daxuyand ku rewşa hemû wezîfedarên balyozxaneyê baş e.
Piştî bûyerê riyên ku ber bi balyozxaneyê ve diçin ji hêla polêsan ve hatin girtin û tîmên taybet şandin cihê bûyerê.
Foto: Cem Ozdel /AA
(HK/YO)