Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ne balafirên şer ên Rûsya û ne jî yên Sûriyeyê êrişî konvoya Neteweyên Yekbûyî nekirine.
Konvoya ku alîkariya însanî dibir herêma Urum El Kubra ya bajarê Helebê rastî êrişê hatibû. Di êrişa hewayî ya konvoyê de herî kêm 20 sivîl hatin kuştin û konvoya ku 31 wesayîtî pek dihat 18 jê bi temamî hatin rûxandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kibby di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Cihê ku konvoy dê biçûya tenê ji hêla Hukimeta Sûrî û Rûsyayê ve dihat zanîn.”
“Rûsyayê bi balafira bêmirov konvoyê şopand”
“Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê "Ne balafirên şer ên Rûsyayê û ne jî yên Sûriyeyê êrişî konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî li başûrê rojavayê Helebê nekirine. Rêgaha konvoyê di herêma mûxalifan de derbas dibe û navenda çavder a rûsî bi saya Navgînên Hewayî yên Bêmirov derbasbûna konvoyê şopand.”
Tenê milîtanan cihê konvoyê dizanî bûn
Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku konvoya alîkariya însanî saet 13.40î hat teslîm kirin me dev ji şopandinê berda.Tevgera piştî teslîmkirina alîkariya însanî nehat şopandin. Derheqê cihê konvoyê de tenê milîtanên mûxalif xwediyê agahiyê bûn û wan dizanî ku konvoy di kur ve diçe."
Aqûbeta agirbestê çawa bû:
Li ser lihevkirina Rûsya û Amerîkayê di 12ê Îlonê de li Sûriyê têkoşîna li dijî DAIŞ û El Nûsra ne tê de agirbest hate îlankirin.
Di 17ê Îlonê de hêzên koalîsyonê baregeha artêşa Sûrîyê bombe kirin û di encamê de 62 kes hatin kuştin û zêdetirê 100 kes birîndar bûn.Li ser bombekirina baregehê DAIŞê jî dest bi êrişê kir. Amerîkayê daxuyand ku wan bi xeletî dewsa eniyên DAIŞê de wê baregehê bombe kirin.
Artêşa Sûriyê di 18ê Îlonê de daxuyand ku wan agirbest bi dawî kirin. Di daxuyaniya ku di ajansa fermî ya Sûrî SANAyê weşandî de hat diyarkirin ku agirbest li gelek deveran zêdetirê 300 caran hatiye îxlalkirin.
Duh jî Neteweyên Yekbûyî maşîneyên ku ji bo 78 hezar kesan re pêdiviyên mirovî dibir hatin bombekirin, hemû hewldanên xwe yên li Sûriyê dan sekinandin.
(AS/YO)