Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hasan Rûhaniyê Serokkomarê Îranê ji beriya ku ji bo Civîna Tevgera Azadan a 17. biçe Neww Yorkê çû Kubayê û hevpeymaneka di navbera Îran û Kûbayê de îmze kir.
Ruhanî û fîdel Castro civîyan.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Kûbayê civîn li mala Fîdel Castroyî pêk hatiye, di civînê de axiftinên li ser zêdebûna nifûsê, çêkirina aştiyê çandina xurekan hatine kirin.
Ruhanî piştî Fîdel Castroyî digel Raul Castroyî civîyaye ku Raul Castro ji sala 2006ê ve li şûna Fîdel Castroyî serokê dewletê ye.
Li gor ajansa fermî ya Îranê(IRNA) li ser mijara rêyên çêkirina dostaniya herdu dewletan civîn hatiye kirin.
Çavkanî: Sputnik.news, abc.es