Baroya Stenbolê derbarê operasyonên desteserkirinê yên ku bi desteserkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re dest pê kirin de daxuyanî da.
Baroya Stenbolê aşkere ku ji 21ê Adarê û vir ve li Stenbolê 447 kes hatine desteserkirin û ji wan 177 kes hatine girtin.
Di daxuyaniya Baroya Stenbolê de wiha hat gotin:
“Li gorî agahiyên ku Baroya me bi dest xistiye, rewş li Stenbolê wiha ye: Di 21ê Adara 2025an de 67, di 22ê Adara 2025an de 67, di 23ê Adara 2025an de 105, di 23ê Adara 2025an de 105, di 24ê Adara 2025an de 58 û her weha bi giştî 447 kes hatine desteserkirin. Ji wan 20 kes zarok in."
"Ji kesên ku di 21ê Adarê de hatibûn desteserkirin jê 20 kes bi şertê kontrola edlî serbest bûn, 3 kes hatin girtin û 44 kes jî serbest hatin berdan. Ji kesên ku di 22-23ê Adarê de hatibûn desteserkirin jê 174 kes hatin girtin. Karên îfadeya kesên ku dema desteserkirina wan dewam dike didomin."
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya duh (25ê Adarê) ragihandibû ku ji 19ê Adarê vir ve ku Îmamoglu hatibû desteserkirin, li seranserê Tirkiyeyê hezar û 418 kes hatine desteserkirin.
Yerlîkaya got, "979 gumanbar hê desteserkirî ne û 478 kes jî wê derkevin pêşberî darazê.
(RT/AY)