Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Dadê li ser erkdarkirina kayyûman ku bibin serokên 28 şaredariyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî dan.
Bozdagî ji bo rexneya li ser wê yekê ku şaredarên bi hilbijartinê hatîn ser karê xwe ji karî hatine derêxistin û li şûna wan cihgirên waliyan û qeymiqam hatine erkdarkirin li ser hesabê xwe yê Twîtterê weha nivîsî:
''Îro ji bo hin şaredariyên ku bi piştgiriya terorê û terorîstan tometbar in, kayyûm hatine şandin.
''Li dewletên hiqûqê yên demokratîk şaredar/endamên meclîsê mecbûr in karên xwe li gor qanûnan bikin.
''Heke şaredar/endamên meclîsê bi pereyên ji bo xizmeta gelî hatîn şandin rêxistina terorî fînanse bike, heke wesayit û îmkanên şaredariyan ji bo çalakiyên rêxistina terorî bi kar bîn, meşrûbûna wê namîne.
''Ti dewletên demokratîk ên hiqûqê destûrê nade ku şaredar û endamên meclîsê pereyên şaredariyan ji bo rêxistina terorî bişîne û fînanse bike..
''Ji ber vê yekê şandina kayyûman ji bo şaredariya, xwedîlêbûna îradeya gelî, hiqûqa gelî, demokrasîyê, bi kurtasî xwedîlêbûna dewleta hiqûqê ye.
''Heke hûn bêne hilbijartin ev yek destûrê nade ku hûn dikarin sûcan bikin. Ti kes nikarin bibêjin ev hatine hilbijartin, sûc be ne sûc be çi bixwazin dikarin bikin.
(ÇT/MB)