Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qeymiqamê Kopê telefonî Şaredariya Kopê kiriye, diyar kiriye ji bo şaredariya wan kayûmek hatiye erkdarkirin.
Li gor DIHAyê qeymiqamê navçeya Kopê ya Mûşê, Omer Şahînî telefonî şaredariyê kiriye ji berpirsê nivîsîngeha şaredarî, Fethî Çobanî re gotiye: ’’Ji bo şaredariya we kayûm dê bê erkdarkirin, nivîsa fermî dê piştî nîvro bê şandin.’’
Hevserokê Şaredariya Kopê Rahmi Çelîk di 11ê Sibatê de û hevseroka heman şaredariyê Fîgen Yasarîse di 23yê Nîsanê de bi tometa ‘’endambûna rêxistinê’’ hatibû girtin.
Biryarnameya ji bo erkdarkirina kayûman
Di 2ê Îlonê de di çarçoveya OHALê de 3 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (BHQ) di rojnameya fermî de haribû weşandin.
Di wan biryarnameyan de dihat gotin ku eger eleqeya rêveberiyeke şaredariyê bi ‘rêxistina terorê’ re hebe wê wezîfedarên dewletê bikaribin ku dest danîn ser rêveberiyê û dewsa wan de qayûman erkdar bikin.(ÇT/MB)