Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Ben Rhodes got: “Em bawer nakin ku li Sûriyê herêma ji firînê re qedexekirî ti pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku li qadê şer dewam dike. Herêma ji firînê re qedexekirî wê tenê ji qadeke pêk were. Lêbelê şer û tundî li her deverê welêt rû daye.”
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê Rhodes, dema ziyareta Obama ya li Laosê de axivî û pirsa “Piştî operasyona Tirkiyeyê ya li Cerablusê Erdogan daxwaza herêma ji firînê re qedexekirî kiriye. Gelo derbarê vê yekê de helwesta we wekê berê ye an na?” de wiha got:
“Li gorî me tehsîskirina hezên leşkerî yên Amerîkayê ji bo avakirina herêma ji firînê re qedexekirî ti encameke bo çareseriyê pêk nayne.”
Rhodes destnîşan kir ku ew hêzên xwe yê li Sûriyê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ û El Nusrayê pêk tînin û wiha got: “ Hêzên me yên li wir him li dijî DAIŞê him jî heta ku têkiliya wan bi El Qaîdê re hebe û planên bidestxistina qadan bikin bi El Nusrayê re têbikoşîn.”
Erdogan di daxuyaniya xwe ya dema civîna G20ê de gotibû ku sînorê Tirkiyeyê ji DAIŞê hatiye paqijkirin û ew hewl didin ku herêmê ji firînê re qedexe bikin.
Ji sînorê Tirkiyeyê de çûn-hatina cîhadîstan
Rhodesê got: “Eger em ewlehiya herêma li sînorê Tirkiyeyê biparêzin û kontrolê li wir bi dest bixin, wê hatin-çûna cîhadîstan jî were astengkirin.”
Rhodesê di dawiyê de got: “ Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî Minbicê ji bo astengkirina çûn-hatina cîhadîstan operasyon pêk aniye, bajêr rizgar kirine û Amerîkayê jî piştgirî da wê operasyonê.”
(YY/YO)