Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 5 Nîsana 2015an vir ve jê ti agahî nayê girtin re hevdîtin were kirin , 50 siyasetmedarên kurd gireva birçîbûnê kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), Kongreya Jinên Azad (KJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara gireva birçîbûnê di 31ê Tebaxê de daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn û îro jî beriya destpêkirina girevê daxuyanî dan.
Beriya daxuyanîdayînê derdora avahiya Rêxisitina DBPê ya Amedê ji hêla polêsan ve hat dorpêçkirin. Li derdora avahiyê gelek TOMA û wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.
Gireva birçîbûnê
Li gorî nûçeyên Evrensel û JÎNHAyê metna daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Sebahat Tuncel ve hat xwendin û wiha hat gotin:
“Bi taybetî piştî darbeya 15ê Tîrmehê li Grava Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan êrişa fiîlî pêk hat. 52 roj derbas bûn lê me ti agahiyeke şênber û objektif bi dest nexist.
“Em pêkanînên dij zagonî, dij hiqûq û li dijî mirovahiyê ku li ser Ocalan pêk tên nikarin qebûl bikin. Bila ti kes ji wê hêviyê nebe ku em vê êrîşa li ser vîna gel qekûl bikin. 510 roj in tecrîd didome û hemû hewldanên hiqûqî, zagonî û mirovî yên ji bo rakirina tecrîdê hatine pûçkirin.
“Ji bo ku dîsa malbat, parêzer û heyet karibe bi Ocalan re hevdîtin bike û agahiyek teqez û saxlem jê were hilanîn em 50 kesên dildar ji îro 5ê Îlonê û şûnde dest bi awayekî bêdem û bêdorveger dest bi girêva birçîbûnê dikin. Daxwaza me di çarçoveya hiqûq û mirovahiyê de hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye.”
Navên 50 kesên ku dest bi girevê kirine wiha ne:
Nadir Yildirim, Selma İrmak, Berdan Ozturk, Dilek Ocalan, Ferhat Encu, Ebru Gunay, Cengiz Çiçek, Sebahat Tuncel, Gulcihan Şimşek, Zeynel Mat, Mehmet Candemir, Ugur Bayrak, Zeki Baran, Murat Doner, Leyla Guven, Hasip Yalniç, Zeynep Karaman, Ceylan Bagriyanik, Berfin Emektar, İbrahim Halil Yildirim, Nazim Hikmet Çalişkan, Abdullah Tarhan, Zeynel Dogan, İslam Dagdeviren, Bekir Kaya, Mehmet Ali Tunç, Beritan Tayan, Bayram Demir, Berivan Ozlem Kutlu, Yildiz Çetin, Rukiye Eryilmaz, Hasan Gungor, Zelal Abiş Birtane, Hayrettin Satar, Huseyin Çelik, Necmi Dilmaç, Bayram Akman, Abdulkadir Çalişkan, Siyamend Yaruk, Arif Akkaya, Abbas Ercan, Arzu Karaman, Elif Haram, Semra Karaduman, Talat Emre, Rifat Roni, Sinan Ekinci, Nalan Goze, Yusuf Ziya Yavuz, Yusuf Sokmen. (HY/EKN/YO)