Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
HDPê derbarê Bekir Bozdag ku gotibû him di warê tenduristî him jî di warê ewlehiyê de ti pirsgirêkar Ocalan nîn e de daxuyanî da.
Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê gotinên Bekir Bozdag de wiha got: “De wisa ku hûn ji xwe bawer in, ji bo tespîtkirin û agahîdayînê bila parêzerek an jî keseke ji malbata wî biçe Îmraliyê hevdîtineke kurt pêk bîne.”
Cîgirê Koma HDPê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken jî daxuyaniya da ANFê û got: “Wezîrê Dadê bi wan daxuyaniyên xwe hewl dide ku rê li ber hesasiyetên derbarê rewşa Ocalan de were girtin.”
Daxuyaniya greva birçîbûnê
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), Kongreya Jinên Azad (KJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31ê Tebaxê de daxuyaniyeke hevpar dabûn.
Di wê daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku 510 roj in ti agahî ji Ocalan nayê girtin û eger di çarçoveya huqûqê de bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, 50 kesên dilxwaz ji îro şûnde li avahiya DBPê ya Amedê wê bi awayekî dorveger dest bi greva birçîbûnê bikin.
Selahattîn Demirtaş jî di daxuyaniya xwe ya roja înê de gotibû ku dema hewldana derbeya leşkeriya 15ê Tîrmehê de li Grava Îmraliyê jî pevçûn derketiye.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag derbarê mijarê de daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Him di warê tenduristî him jî di warê ewlehiyê de ti pirsgirêkar Ocalan nîn e.”
Bozdag diyar kir ku heyeta Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya Komîsyona Ewropayê (CPT) Dİ 28-29ê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîne.
Demirtaş: Divê demildest hevdîtin were kirin
Hevserokê Giştîş yê HDPê Selahattîn Demirtaş di mitînga aştiyê ya li Bakirkoyê de daxuyanî da rojnamegeran û derbarê mijarê de axivî. Demirtaş bangî Bezdag kir û wiha got:
“De wisa ku hûn ji xwe bawer in, ji bo tespîtkirin û agahîdayînê bila parêzerek an jî keseke ji malbata wî biçe Îmraliyê hevdîtineke kurt pêk bîne.”
“Bozdag derbarê rewşa Ocalan de ji bo me dibê je “ew vê yekê îstismar dikin”. Eger ku em îstismar dikin hûn jî destûr nedin vê yekê.”
Balûken: Wezîrê Dadê bersivê telefonên me nade
Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Balûken ragihand ku wan piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi Bekir Bozdag re hevdîtin pêk anîye lê belê ti encam ji wê hevdîtinê derneketiye û Bozdag bersiva wan nedaye û wiha got:
“Bekir Bozdag bi xwe îtiraf kir û got ‘înîsiyatîfa min bi xwe nîn e divê yên ji min jortir re ez îstîşareyê bikim’. Di 3 hefteyên dawî de me gelek caran bi riya telefonê li wî geriya ku em derbarê rewşa Ocalan de agahiyan hilînin lê wî bi ti awayî bersiva me neda.”
(AS/YO)