Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Qesra Çankayayê Bînalî Yildirimê Serokwezîr ‘’100 rojên hikûmeta 65.’’ nirxand. Bînalî Yildirimî diyar kir bi xendek û çalan bi temamî 10 milyar zerer çêbûye.
Bozdag: 33 hezar û 838 girtî hatine serbestberdan
Li ser pirsa Yildirimî Bekir Bozdagî eşkere kir ku şeva dî 33 hezar û 838 girtî hatine serbestkirin.
Vegere gundê xwe
Yildirimî got: ‘’Em ê ji bo her yek ji 15 hezar ciwanan 30 hezaran bidin û em ê bibêjin here li gundê xwe cotkariyê bike. Bila li wan deran çandinî hebe. ‘’
Projeya geşepêdanê
‘’Ez dixwazim ji vê derê ji welatiyan re bibêjim em ê di roja Yekşemê de projeyeka geşepêdanê ya ji bo 22 welatên me eşkere bikim. Ez ê hûrgiliyên projeyê li Amedê eşkere bikim.’’
‘’Çareserî mareserî nîne birayê min’’
‘’Çareserî mareserî nîne birayê min. Çareserî li nik welatiyan e. Wan ew firset berda. ‘’(HK/MB)