Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duhî hin rêxistinên sîyasî yên kurdan li DTKyê ragihandibûn ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin û heta digel rêberê PKKyê hevdîtin neyên kirin ew ê grevê bidomînin, piştî daxuyaniyê polîsan bi ser DTKyê de girtine .
Kongreca Civakên Demokratîk(KCD), Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), Kongreya Jinên Azad (KJA), Kongreya Gelan a Demokratîk(HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dîyar kirine ku ew li ser jiyana Ocalanî di fikarê de ne û ji ber wê ew ê dest bi grevê bikin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) di sieta daxuyanî dihat xwendin hinekan xwestine wêneyê Evdila Ocalanî bi dîwarê DTKyê ve bike û polîsan ew wêne bi zorê aniye xwarê.
20 polîs li hemî odeyan geriyan û lêgerîna wan a di odeyan de di siet 00:30 şevê bi dawî bû.(NV/MB)