Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr eşkere kir ku wezîrê karên navxweyî, Efkan Alayî dest ji karê xwe berdaye.
Piştî serokwezîr ji kombûna digel Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar derket eşkere kir ku wezîrê Wezareta Xebat û Karên Civakî, Sûleyman Soylû ji bo bibe wezîrê Wezareta Karên Navxweyî hatiye erkdarkirin.
Efkan Ala kî ye?
Di sala 1965ê li Erzirûmê hatiye dinê. Parlamenterê Erzirûmê ye. Di sala 1987ê de li Zanîngeha Stenbolê, Beşa Sîyasetnasîyê xwendiye. Di hikûmeta 60. û 61. de ji derveyî parlamentoyê, bû wezîrê karên navxweyî. Di hikûmeta 65ê de dîsa bû wezîrê karên navxweyî. Dema ku Ala di hikûmeta 65. de wezîr bû yek ji wan kesan bû ku li ser navê hikûmetê pêvajoya aştiyê bi rê ve dibir. Zewicî ye û du zarokên wî hene. (HK/MB)