Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDP, HDK, DBP, KCD û KJAyê îro li Amedê li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniya ku ji hêla Hatip icle ve hat xwendin de hat destnîşankirin ku ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 510 roj in ti agahî nayên girtin û eger heta 5ê Îlonê bi wî re hevdîtin neyê kirin wê ji hêla 50 kesên dilxwaz ve gireva birçîbûnê ya bêdem û bêveger bidin destpêkirin.
“510 roj in agahî jê nayê girtin”
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
Tam 510 rojin bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji hewldana darbeya 15ê Tîrmehê heta niha 46 roj derbas bûn. Di ve pêvajoyê de darbekar li dijî Îmraliyê ketin nava hewldanên fîîlî. Li gel ku ev hewldana darbekaran hat aşkerekirin jî disa der barê Birêz Ocalan de me tu agahiya şênber bi dest nexist.
"Li Îmraliyê ti qanûn nayê naskirin"
“Birêz Ocalan ku 3 salan civaka Tirkiye xist nava aştiyê, di dîrokên berê de 8 caran agirbest îlan kir û rê da pêş siyaseta Rojhilata navîn, hem gelê kurd û hem jî gelê cîhanê ji bo azadiya wî 10 milyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û wekî "Vîna min a siyasî ye" bi nav kirin. Mafê wî yê hiqûqî û zagonî tê binpêkirin.
“Birêz Ocalan 5 salên dawî ye bi tu parêzerên xwe re qet hevditin nekiriye. Hikûmet Birêz Ocalan wekî dîl digire dest û nêzîk dibe. Tecrîdê di nava decrîdê de pêk tîne.”
Tenê yek daxwazeke greva aştiyê heye
“Lêgerînên aştiyê yên ku birêz Ocalan derveyî vî hiştin ceribandinên berê jî nîşan daye û vala ye, pûç e, ev hatiye fêmkirin. Niha jî niyetekî ku birêz Ocalan derveyî siyasetê hiştin a gelek cidî û xeter heye. Ji me nikare bê xwestin ku em li hembê vî pêkanîna nehîqûqî û neexlaqî bêdeng bimînin. Divê tu kes ji me nexwaze rêberekî siyasî la ku bi milyonan kes hêviyên xwe bi vî girêdayê, agahî girtina wî astengkirin tiştekî wekî normal bibînin.
Ev 510 roj in hemû hewldanên me yên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û mirovî ji aliyê hikûmetê ve pûç hatine derxistin.
Ji ber vê yekê jî heta ku parêzerên birêz Ocalan, malbat, heyeta me ya siyasî bi rû bi rû hevdîtinê pêt bînin ê agahiyeke bigirin me biryara pêvajoyeke nû bidin destpêkirin girtiye. Di vî çarçoveyê de di nava me de 50 hevalên me yên dildar bi 5'ê Îlonê pêve dê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Tekane daxwaza vî grevî heye ew jî bi birêz Ocalan re di çarçoveya hiqûqî de hevdîtin pêkanîn e.
Bang li gel û hukimetê hat kirin
“Di vî çarçoveyê de banga me ya yekemîn ji hikûmetê re ye; em li bendê ne ku rewabûna siyasî, hiqûqî, exlaqî, mirovê li ber çavan bê girtin hema sibehê bê bicihanîn.
“Ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê jî banga me ev e; heke ji bo vî bangawaziya me ya maqûl bersiv neyê dayîn ji bo piştgiriya hevalên me yên ku dest bi greva bêdem û bêdorveger dikin li dora wan xwedîderketineke bêhempa bêk bînin ji bo vê hemû kes divê plansazî û amadekariya xwe bike. Roj roja çalakiyê ye.
“Di van rojên ku ji wî dengek bê ji bo pêşerojê dê hêviyên nû biafirîne û ji bo deriyên nû ben vekirin dê bibe sedem de hemû kesên ku bi aştî, çareseriya sivî û hiqûqê bawer dikin divê li hemberî vî tecrîdê derkevin.
(ÇT/YO)