Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Amerîkayê daxuyand ku li Cerablusê şerên ku lê DAIŞ nîn e pêk hatiye nayê qebûlkirin.
Lêbelê TSK û hin komên girêdayê OSOyê li Cerablus û Minbicê êrişî YPG/YPJê kirin û li ser vê yekê pevçûn derket.
Pentagon: Nayê qebûlkirin
Li gorî nûçeya New York Timesê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got:
“Li başûrê Cerablusê navbera TSK, komên muxalif û HSDê de şer derketiye û em wan geşedanan ji nêz ve dişopînin.
“Li wê herêmê êdî hebûna DAIŞê nîn e û ji ber vê yekê em dixwazin bidin zanîn ku şerên pêk hatine bi ti awayî nayê qebûlkirin.
“Herêm ji xwe herêma şer e. Em bangî hemû hêzên li herêmê re ne dikin ku demildest dawî li şer û pevçûnan bînin û aliyên wir dest ji hewldana şer berdin.
“Amerîka mudaxilê vê yekê nîn e”
Nûnerê Taybet ya Barack Obama Brett McGurk jî daxuyaniyên Pentagonê ji hesabê xwe yê twitterê de parve kirin.
“Li başûrê Cerablusê navbera TSK, komên muxalif û HSDê de şer derketiye û em wan geşedanan ji nêz ve dişopînin.
“Amerîka mudaxilê wan falîyetan nîn e, ew hêzana jî bi Amerîkayê re di nav kordînasyonê de nîn in.
“Em bangî hemû hêzên li herêmê ne re dikin ku demildest dawî li şer û pevçûnan bînin û aliyên wir dest ji hewldana şer berdin.
Di wê daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tehdîtê herî mezin DAIŞ bi xwe ye û divê hemû hêz li dijî DAIŞê yekgirtî be.
(AS/YO)