Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDPê derbarê operasyona li dijî Cerablusê de daxuyaniyekê nivîskî da.
Di wê daxuyaniya ku Lijneya Rêveberiya Navenda HDPê dayî de wiha hat gotin: “Îşqalkirina Cerablusê wê Tirkiyeyê bixe nava nediyariyê.”
“Divê Tirkiye mudaxelê li karên navxweyî yê Sûriyê neke”
Daxuyanî bi vî rengî ye:
*Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Minbicê ji destê DAIŞê rizgar kir û xeta navbera Cerablus-Reqqa hat birîn û têkiliya DAIŞê ji her aliyê ve hat qutkirin, gelek alî ji vê yekê aciz bûn.
*Hukimet ji bo ku tifaqên xwe yên siyasî biguherîne bi awayekî tundî gavên xwe paş ve diavêje. Ev polîtîkaya hukimetê ya li hemberî Sûriyê jî weke ya berê xelet e.
*Divê Tirkiye di warê leşkerî de mudaxelê li karên navxweyî yê Sûriyê neke û dev jî polîtîkayên dijkurd jî berde.
*Şerên li Sûriyê pênc sal in berdewam dike û Tirkiye bi vî awayî rasterast ketiye şerên wir û dê encamên vê yekê jî gelek giran be.
* Divê gelê Sûriyeyê biryara ku wê ji niha û şûn de Sûriye çawan xwe bi rêve bibe, rejîma Sûriyeya demokratîk wê çawe şêwe bigire bide. Destketiyên heta niha yên Gelên Rojava û pêşveçûna wê ji aliyê deweta Tirk ve dixwest bê astengkirin. Bi vê ve girêdayî pêşniyara Federasyona Sûriyeya Demokratîk kû ji bo Gelên Rojava amade kirî divê demokratîkbûna Sûriyeyê bi awayekî cidî bê gotûbêj kirin. Divê Tirkiye fikrên xwe yên ku di dîrokê de ji rêderketî rizgar bibe, bifikire û gav bavêje.
*Tirkiye bi xwezayî kete nav şerê Sûriyeyê. Biryara şer aîdî Saziya TBMM’ê ye. Carekî din dîsa Meclîs vale derxistin. Pêkhateya teknkrat û bîrokratên li gel Serokkomar û hikûmeta AKP’ê pêwîst nedîn ku vîna gal Meclîsê agadar bike, welat ber bi şerekî ve dehf dide.
*Desthilatdariya AKP’ê bi vê polîtîkaya xwe ya derve wê ne tenê berdêlên giran bide gelên Sûriyeyê, di heman demê de wê gelên Tirkiyeyê jî derbên giran bixwin. Çawan bi salan em divêjin , em ê dîsan balê bikişînin, divê ji van polîtîkayên şaş bi lez û bez vegerin.
*Bi polîtîkayên bi awayekî ‘Di hindir de şer û bi der ve re şer’ hikûmet divê di hindir de li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîn û vegere pêvajoya çareseriyê; bi derve re divê bi Kurdan û hêzên din ên demokrat re îtifaqê çêbike.
(AS/YO)