Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Serokê Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê û Wezîra Karên Derve ya Estonyayê Marina Kaljuard bi awayekî hevpar civîna çapemeniyêr lidarxistin.
Çavuşoglu derbarê operasyona TSKê ya li dijî Cerablusê de axivî û got: “Armanca me ew e ku DAIŞ ji bakur paqij bibe. Me di serî da vê operasyonê bi Amerîkayê ra plan kir.”
“Amerîkayê dê HIMARS bianiyana, lê mixabin hêj neanîne”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê daxuyaniya Çavuşoglu bi vî rengî ye:
“Armanca me ew e ku DAIŞa rêxistina terorê ji bakur paqij bibe. Me di serî da ev bi Amerîkayê re plan kir. Amerîkayê HIMARS bianiyana, lê mixabin hê nehatine. Di operasyona niha da ji aliyekî va tankên me ji aliyekî din va em bi hemû derfetên xwe va têkoşînê didomînin. Mixalefeta ne tundraw jî hat vê derê. Ji bo ku ev derbasbûn xarantî bibe, tankên me li wir in. Ango TSKyê plana xwe çawa çêkiribe, bê qusûr dewam dike. Ji hewayê va jî em û koalîsyon bi hev ra dixebitin.”
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu: "Divê YPGyiyên ku di nav hêzên demokratîk de ne, bilez derbasî rojhilatê Firatê bibin. Amerîkayê soza vê da me. Peymana ku me li hev kir ev e. Berevajî vê, ez eşkere dibêjim ku çi hewce bike em ê bikin."
Çavuşoglu derbarê gotin Salih Muslim de jî wiha got: ‘Behsa gola genî dikin.. Divê tu niha li ser yên Tirkiyeyê ku dê pêk bîne re na, li ser siberoja xwe bifikirî ka dê çi bibe ji te. Armanca Tirkiyeyê ew e ku wê gola genî ziwa bike. Eger armanca te wisa be divê tu jî bitirsî. Lê eder tu jî yekîtiya Sûriyê dixwazî divê tu bi fikar nebî.”
(BK/YO)