Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyeta Îmraliyê diyar kir ku divê bi awayekê ciddî, hikumet dewlet û hêzên demokrasîyê li daxuyaniya duhî hatî eşkerekirin a KCKyê binêrin.
Daxuyanî li navenda giştî ya HDPyê hat xwendin. Berdevkê HDPyê Sirri Sûreyya Onderî sersaxî ji xizm û lêzimên wan kesên li Dîlokê hatîn kuştin re xwest.
Beşên ji axiftina Onderî ev in:
*Ocalanî îşaret li çi kiribe çêbûye...Ew komkujîyên hatîn kirin nîşanên amadekariya derbeyê bûn. Piştî derbeyê HDP li derveyî pêvajoyê hat hiştin û ev yek peyama ‘’em ê li ser gotinên xwe yên yekperest berdewam bin’’ eşkere dike.
*Berdevkê hikumetê dibêje ‘çi hatibe serê me ji ber polîtikaya me ya Sûriyeyê hatiye serê me.’’ Mirov dixwaze jê re bibêje roj baş. Berrêz Ocalanî pêşniyara parastina axa Mîsaki Millî bi aştiya digel kurdan a li welatî û hevkariya digel kurdan a li derveyî welatî pêşniyar kiribû.
*Heke hikumet bixwaze dest bi [pêvajoyekê] bike divê bi rakirina tecrîda li ser Îmraliyê dest bi karê xwe bike. (NV/MB)
Me ev nûçe ji JINHAyê berhev kir.